PDK: Serok Barzanî ji bo destpêkirina pêvajoya astiyê amade ye navbeynkariyê bike

07 April 2018 21:35 0 dîtin
PDK: Serok Barzanî ji bo destpêkirina pêvajoya astiyê amade ye navbeynkariyê bike

 

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi şandeke fermî li Herêma Kurdistanê ye û rewşa Kurdan li her çar perçeyên Kurdistanê bi Serok Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re û partiyên siyasî re guftûgo dike. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) da zanîn, ku Serok Barzanî ji bo destpêkirina pêvajoya aştiyê amade ye navbeynkariyê di navbera Tirkiye û HDPê de bike.

Partiya Demokrat a Kurdistanê di wê baweriyê de ye, ku rewşa niha ya Kurd gelekî hestiyar e û divê hemû aliyên Kurdî lihev bicivin. Derbarê proseya aştiyê jî tekez dike, heger HDP û Tirkiyê bixwazin, Serok Barzanî amade ye navbênkariyê di navbera wan de bike.

Peyvdarê PDKê Mehmûd Ehmed li ser vê got: “Pêwîst e hevdengî û têgihêştinek di navbera hemû aliyên Kurdistanî hebe derbarê fişarên li ser Kurdistanê heye, bi awayekî giştî. Çi wek Partiya Demokrat a Kurdistanê, çi wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê û çi wek kesayet û karînên ku li cem Serok Barzanî hene bo dirustkirina vê babetê, teqez pê dike, lê divê her du alî vê yekê bixwazin.”

Şanda HDP ji hevseroka giştî HDP Perwîn Buldan û her yek ji perlemanterên HDP, Osman Baydemîr, Feleknas Ûca û Îmam Taşçîer pêk tê. Îhtîmal e roja Duşemê şanda HDPê serdana Silêmaniyê jî bike û li gel berpirsên YNK û Tevgera Goran jî bicive.