PDKê nerazîbûna xwe li ser guhertina encamên dawî yên proseya hilbijartinê nîsan da

01 December 2021 10:35 0 dîtin
PDKê nerazîbûna xwe li ser guhertina encamên dawî yên proseya hilbijartinê nîsan da

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi daxuyaniyekê, nerazîbûna xwe li ser guhertina encamên dawî yên proseya hilbijartinê û talankirina du kursiyên xwe nîşan da.

Berdevkê PDKê Mehmûd Mihemed di daxuyaniyekê de helwesta PDKê derbarê ragihandina do ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan de nîşan da.

Berdevkê PDKê di daxuyaniya xwe de da zanîn: “Piştî ragihandina encamên dawî yên hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê ji aliyê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ve, derket ku du kursiyên ku destkeftên yasayî yên du kandîdên me li parêzgehên Hewlêr û Neynewayê bûn, hatin talankirin.”

Berdevkê PDKê diyar kir, Polîtburoya PDKê wê ji bo vê mebestê bicive û eşkere kir: “Ji ber vê yekê, piştî encamdana civîna Polîtburoya partiya me, em ê helwesta partiya xwe derbarê vî karê nerewa de rabigihînin.”