PDKê pêswazî li pesendkirina encamên hilbijartinên Iraqê kir û got: Du kursiyên me bi neheqî hatine birin
PeyamaKurd - Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li ser pesendkirina encamên hilbijartinên Iraqê ji aliyê Dadgeha Bilind ve daxuyaniyek belav kir û helwesta xwe li eşkere kir.
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand: “PDK pêşwazî li biryara Dadgeha Bilind a Federal dike li ser pesenkirina encamên dawî yên hilbijartinên pêşwext ên Parlamentoya Iraqê, ku roja 10ê Cotmeha 2021ê de hat encamdan.”
Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Ev biryar dê pêngavên destûrî li pey xwe bîne ji bo pêkanîna kabîneya bê ya hikûmeta federal.”
PDKê destnîşan kir: “Em di heman demê de tekezî li ser lipeyçûna wan siteman dikin ku li partiya me hatin kirin ku bi neheqî ji kursiyên me du kursî hatin birin.”
Dadgeha Bilind a Federalî ya Iraqê îro 27ê Kanûna 2021ê encamên hilbijartinan a Parlamentoya Iraqê yên di 10ê Cotmehê de hatibûn encamdan pesend kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin