PDKyê Cejna Akîtoyê pîroz kir

01 April 2025 14:30 0 dîtin
PDKyê Cejna Akîtoyê pîroz kir

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya Cejna Akîtoyê, ku sersala civaka Keldanî, Asûrî û Suryanî ye, peyameke pîrozbahiyê belav kir. 

PDKyê di peyamê de, bi germî pîrozbahiya xwe pêşkêşî civakên Keldanî, Asûrî û Suryaniyên li Kurdistanê, Iraq û cîhanê kir û ji wan re bextewarî, aşitî û serfirazî xwest. 

PDKyê di peyama xwe de got:

 “Em pîrozbahiyên xwe yên herî germ pêşkêşî hemû civakên Keldanî, Asûrî û Suryaniyên li Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikin bi boneya sersala wan a nû Akîtoyê. Em ji wan re bextewarî, aşitî û serfirazî dixwazin.”