PDKyê komîteyek ji bo danûstandinan ligel aliyên siyasî ava kir
PeyamaKurd – Ofîsa Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) komîteyek ava kir ji bo danûstandinan ligel aliyên siyasî ji bo pêkanîna kabîneya 10em.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Ofîsa Siyasî ya PDKyê ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê bi partiyên siyasî re komîteyek ava kir.
Gelek endamên ofîsa siyasî û hin serkirde û endamên mekteba rêxistinên parêzgehan dê beşdarî wê komîteyê bibin ku dê bi serokatiya Endamê Polîtburoya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî re bê lidarxistin.
Piştî ku Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan biryara îtîrazê bide, tê payîn ku komîte bi partiyên siyasî re dest bi danûstandinan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin