Pedersen: Di komîteyê de Kurd jî hene, lê nûnerên HSDê nînin
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir Pedersen beriya civîna Komîteya Destûrê ya Sûriyê ku 30yê Cotmehê li Cenevreyê tê sazkirin, ragihand, di Komîteya Destûrê de Kurd hene, lê nûnerên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) cî nagirin.
Pedersen li Cenevreyê ji rojnamevanan re diyar kir, hemû pêkhateyên Sûriyê di komîteya destûrê de cî digirin ku ew xwedî girîngiyekê ye û got, “Ev ji bo dahatuya Sûriyê rewşeke diyarker e. Ev komîteyeke xwedî nûnertiyeke baş e. Herwiha Kurd jî di komîtê de hene, lê nûnerên HSDê nînin.”
Pedersen, herwiha ragihand ku ew dê sibe 29ê Cotmeh li pêş 150 endamên komîteya destûrê bi Wezîrên Derve yên Rûsya, Tirkiye û Îranê re bicive.
Pedersen rewşa Idlibê û rewşa bakur û rojhilatê Sûriyê (Rojava) jî bibîr xist ku diyar kir, ev jî nîşan dide ku proseyeke cidî ya çareseriya siyasî bê çiqas girîng e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin