Pentagon: Êrîsên asmanî yên Enqerê ewlehiya leskerên Amerîkayê xistiye metirsiyê
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) bi daxuyaniyek tund operasyonên asmanî yên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin û diyar kir, êrîşên asmanî yên vê dawiyê yên Enqerê, ewlehiya leşkerên Amerîkayê xistiye metirsiyê.
Li gor Pentagonê şeva borî da zanîn, êrîşên asmanî yên vê dawiyê yên Tirkîyê li bakurê Sûrîyê ewlekariya leşkerên Amerîkî dixe metirsiyê û têkoşîna berfireh a bi salan li dijî çekdarên DAIŞê jî dixe metirsiyê.
Daxuyaniya Amerîkayê, şermezarkirina herî tund a li hember operasyonên asmanî yên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê nîşan dide.
Herwiha Berdevkê Pentagonê General Pat Ryder bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Êrîşên asmanî yên vê dawiyê li Sûriyê, rasterast ewlekariya leşkerên Amerîkî yên ku li Sûriyê bi hevkarên xwecihî re ji bo têkbirina DAIŞê dixebitin, dixe metirsiyê.”
Ryder destnîşan kir: “Amerîka têdigihe nîgeraniyên ewlehiyê yên rewa yên Tirkiyê.”
Di berdewamiyê de Ryder got: “Aramiyeke demildest pêwîst e ji bo domandina erkê têkbirina DAIŞê û dabînkirina ewlekarî û selametiya leşkeram li ser erdê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin