Pentagon plan dike ku heftane rêkûpêk çekan bisîne Ukraynayê
PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihandibû ku beriya Joe Biden dest ji wezîfeyê berde, ew ê alîkariyên leşkerî bidin Kîevê. Cîgira Berdevka Pentagonê Sabrina Singh diyar kir ku wê her hefte alîkariya leşkerî ji Ukraynayê re bê dayîn.
Cîgira Berdevka Pentagonê Sabrina Singh di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de derbarê alîkariya leşkerî ya ku DYA plan dike ku bide Ukraynayê daxuyaniyek da. Singh di daxuyaniya xwe de ragihand ku tê plankirin ku heftane sewqiyata çekan bo Kîevê bê şandin.
Singh diyar kir ku Wezareta Parastinê ya Amerîkayê plan dike ku heftane sewqiyata çekan ji Ukraynayê re bişîne û wiha got, "Berdewamkirina şandina çekan a nû ji bo Ukraynayê soza Serok Biden e. Di encamê de wezaret bi şandina pakêtên çekan ji Ukraynayê re hefteyî vê soza xwe didomîne."
Wekî din Singh got, artêşa Amerîkî bi berdewamî dagirtina embaran berdewam dike da ku nehêle ew vala bibin ji ber ku artêşa Amerîkî her ku diçe zêdetir alîkariyê dişîne Ukraynayê.
Derbarê valakirina embarên çekan ên Amerîkî ji ber şandina Ukrayna, Singh got: "Wezîr wê nehêle ku depo heta asteke xemgîn vala bibin. Ji ber vê yekê, dema ku em nûkirina embarên xwe berdewam dikin, hûn ê herikîna fon û amûran ber bi Ukraynayê ve bibînin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin