Perwerdeya Hewlêrê ji ber barîna barana zêde betlan ragihand

13 January 2022 12:00 0 dîtin
Perwerdeya Hewlêrê ji ber barîna barana zêde betlan ragihand

PeyamaKurd Li Hewlêrê, ji ber barîna barana zêde, lehî li hin cihên Hewlêrê rabûye û hejmarek rê, ji ber kombûna avê hatine girtin. Bi sedema wê, Perwerdeya Hewlêrê îro betlane ragihand.

Rêveberiya Giştî ya Perwerdehiya Hewlêrê bi daxuyaniyekê mamoste û xwendekar hişyar kirin û diyar kir, ji ber barana xurt û ji bo parastina selametiya xwendekar û mamosteyan, dibistan dikevin betlaneyê û ezmûnên xwendekaran jî nayên kirin.

Ji aliyekî din ve, Rêveberiya Giştî ya Çûnûhatinê ya ajokar û welatî agahdar kirin ku li hin rê û kolanên Hewlêrê û derdora wê lehî rabûye, ji ber wê divê welatî hewl bidin xwe ji cihên ku av kom bûye dûr bixin û rêyên vekirî bi kar bînin.