Pêsengeha Pirtûkan a Amedê vê mehê dest pê dike
PeyamaKurd - 7emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê îsal bi beşdariya 130 weşanxane û rêxistinên civakî yên sivîl tê lidarxistin.
Pêşengeha ku ji aliyê TUYAPê ve tê sazkirin, di navbera 28ê Îlonê û 6ê Cotmehê de li Navenda Pêşengeh û Kongreyê ya Diyarbekirê tê lidarxistin.
Dê pêşengeh 9 roj dewam bike û li gorî serlêdanan tê çaverêkirin 130 weşanxane û rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bibin.
Herwiha dê di çarçoveya pêşengehê de çalakiyên hunerî û edebî yên wekî panel, guhdariya helbestan, rojên îmzeyan û xebatên atolyeyan pêk werin.
Hejmarek nivîskarên ku di pêşengehê de pirtûkên xwe li Pêşengeha Pirtûkan îmze bikin ev in:
Adnan Ozyalçiner, Canan Tan, Ahmet Tellî, Mîne Sogut, Altan Oymen, Aytul Akal, Ahmet Şîmşîrgîl, Latîfe Tekîn, Bahadir Yenîşehîrlîoglu, Feryal Saygiligîl, Kemal Hamamcioglu, Lal Laleş, Bîrsen Ekîm Ozen, Şener Ozmen, Kemal Varol, Ayşe Hur, Şeyhmus Dîken, Berken Bereh, Gaye Boralioglu, Erdogan Aydin, Toprak Işik, Gulseren Budayicioglu, Selîm Temo, Çîgdem Gundeş, Vecdî Erbay û Îsmaîl Beşîkçî beşdarî pêşengehê bibin û pirtûkên xwe îmze bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin