Pêsî li Moise îskence kirine û pasî kustine

10 July 2021 22:24
Pêsî li Moise îskence kirine û pasî kustine

PeyamaKurd – Rêvbirên dewleta Haîtiyê ragihandinan di pêşdeçûnên dawiyê yên kuştina serokê dewleta Haîtiyê Jovenel Moise kirin û gotin ku êrîşkerên ser mala Moise, berya Moise bikujin, lê îşkence kirine.

Heman ragihandin di çapemeniya Haîtiyê de derketin. Dozgerê ku lêpirsînê dike Carl Henry Destin, bo rojnama Haîtiyê ya bi navê Le Nouvelliste yê ragihandiye ku berya Moise bikujin di oda wî ya razanê de lê îşkence kirine, keça Moise reviyaye û devê kurê wî û xebatkarên wî girêdane. Dozger Destin hûrahiya îşkenceyan parvenekir.

Di rapora otopsiyê de hatiye diyarkirin ku di mil û lingê rastê yê Moise de şikestin hene.

Rêvebirê Polîsên Netewî Leon Charles, ragihandibû ku kuştina Mois ji aliyê yekîneyekî komandoyê de ku ji 26 kesên Kolombiyayî û 2 kesên Haîtiyî ku hemwelatiyên Amerîkayê ne de hatiye kirin. Di çarçoveya operasyonan de, kesên bi polîs re şer kirine, 10 ji wan hatine kuştin û heya niha 17 kesên Kolombiyayî û bi tevahî 19 kes hatine binçavkirin.