Peskov bersiva daweta “zîrweya kêsûhewayê” da
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand bo zanîna bê Putin wê tevlî civîna zîrweya keşûhewayê bibe an na, bo zelalbûna mijarê pêdivî bi wext heye.
Peskov, li ser daweta serokê Amerîkayê bo zîrweya kêşûhewayê bo tevlîbûna Putin bersiva rojnamevanan da. Peskov got ku Putin girîngiyê dide pirsgirêkên kêşûhewayê û Rûsya yek ji wan welata ye ku peymanê îmza kiriye. Peskov weha got:
“Ev mijar girînge. Eger dawetiye di ser rêyên fermî de hatibe kirin, em ê li serê rawestin. Bo zelal bibe bê Putin dê tevlî zîrweyê bibe an na, pêdivî bi wext heye.”
Biden di 23 yê adarê de bo zîrweya 22-23 ê yê nîsanê zîrweya kêşûhewayê 40 lîderên dinyayê dawet kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin