Pêsmergeyên Rojhilat 4 balafirên bê pîlot ên Îranê xistin xwar
PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ) ragihand, di rojên borî de Îranê bi 16 balafirên bê pîlot êrîşî bingehên wan kirine û 15 caran jî topbaran kirine û eşkere kir, wan 4 dronên Îranê têk dane û xistine xwar.
Berpirsê Fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê yê PDKÎ Kawe Behramî ji Rûdawê re daye xuyakirin, vê sibê 13ê Îlona 2021ê, Supaya Pasdaran careke din navçeyên Sîdekan topbaran kirine, lê ti zirar û ziyanek çênebûye û daye zanîn, pasdaran di çend rojên borî de bi 16 droneyan êrîşî Pêşmergeyên wan kirine û Pêşmergeyan jî karîne 4 ji wan droneyan bikin armanc û bixin xwarê.
Saziya Fermandariya Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê ya PDKÎ îro Duşemê belav kiriye ku ji roja Pêncşemê 9ê Îlona 2021 ve Îranê bi awayekî berfireh 15 caran navçeyên sînorî topbaran kirine û balafirên bêmirov jî berdewam li esmanê navçeyê digerin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Di wan êrîşên hêzên rejîma Îranê de zirar û ziyan gihîştiye jiyan û malê xelkê sivîl ê navçeyê û ti zirareke canî negihîştiye Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin