Peyama Amerîkayê ji bo Ukraynayê: Em ê berdewam bikin!

23 December 2022 14:05 0 dîtin
Peyama Amerîkayê ji bo Ukraynayê: Em ê berdewam bikin!

PeyamaKurd Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Blinken diyar kir, rêya Rûsya bi Ukraynayê re bikeve nava danûstandinan ew e ku zêdetir piştgirî bide artêşa Ukraynayê û serkeftina wê ya li qada şer misoger bike.

Blinken li ser rojevê li Wezareta Karên Derve civîna çapemeniyê li dar xist. Blinken da zanîn, Amerîka hevkarên xwe anîne cem hev û alîkariyên mezin dane Ukraynayê, destnîşan kir, heta niha NATO di nava yekîtiyeke wisa xurt de nebû.

Blinken eşkere kir, ew ê alîkariya leşkerî ji bo Ukraynayê bidomînin û got, “Makîneyên şer ên Rûsyayê ji hemû aliyan ve di rewşeke dijwar de ye. Serkirdayetiya dîplomatîk a Dewletên Yekbûyî di avakirin û domandina vê yekitiya armanc û çalakiyê de pêdivî ye.

"Piştgiriya me ya ji bo Ukraynayê wê berdewam bike"

Blinken destnîşan kir, ew niyeta Rûsyayê ji bo danûstandina bi Ukraynayê re û rûniştina li ser maseya aştiyê nabînin.

"Li gorî me, baştirîn rê ji bo gihîştina wir ew e ku em piştgiriya xwe ji bo Ukraynayê bidomînin da ku ew li qada şer serketî be û binesaziya enerjiyê û aboriya wê bikaribe ji êrîşên Rûsyayê rizgar bibe. Ev e ya ku îhtîmal e lez bike roja Serok Pûtîn wê encamê bigire ku dem dema tevlêbûn û muzakereyên rast e."