Peyama Yekîtiya Baroyên Tirkiyê bo Helebcê: Rûpeleke sermê ye

16 March 2024 13:42 0 dîtin
Peyama Yekîtiya Baroyên Tirkiyê bo Helebcê: Rûpeleke sermê ye

PeyamaKurd – Di parvekirina li ser hesabê Twîtterê yê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) de hat gotin, "Em kesên di Komkujiya Helebçeyê de jiyana xwe ji dest dane bi hurmet û rêzdarî bi bîr tînin."

Di berdewamiya peyama TBBê de ev daxuyanî hatin dayîn:

“Mirina bi hezaran mirovan ku piraniya wan jin û zarok in. Di salvegera 36. a Komkujiya Helebçeyê de ku bi sedema birîndarî û nexweşiyên bi deh hezaran mirov weke rûpeleke şermê ket dîroka mirovahiyê, em kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê li dijî hemû binpêkirinên mafên mirovan parastina hiqûq û mafê jiyana li gorî rûmeta mirovan bikin.”