Peymana 11ê Adarê: Yekem rêkeftina di navbera hikûmeta Iraqê û PDKê de hat îmzekirin
PeyamaKurd – Berî 53 salan di 11ê Adara 1970ê de di encama serkirdayetî û têkoşîna rêberê nemir Mele Mistefa Barzanî di Şoreşa Îlonê de yekem rêkeftin di navbera hikûmeta Iraqê û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de hat îmzekirin.
Peymana 11ê Adara 1970ê di navbera serkirdayetiya siyasî ya Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de piştî du salan ji danûstandinan hat îmzekirin.
Naveroka rêkeftinê ku ji 15 madeyan pêk tê, li Bexdayê bi beşdariya Mele Mistefa Barzanî, Îdrîs Barzanî, dîktatorê rûxandina Iraqê Sedam Husên û şandên danûstandinan ên her du aliyan, hat ragihandin.
Peymana sala 1970ê di 11ê Adara 1970î de bi îmzeya Mele Mistefa Barzanî li ser navê PDKê û dîktatorê hilweşiyayî Sedam Husên El-Tikrîtî li ser navê BAASê di 11ê Adara 1970ê de li ser her du Radyoya Dengê Kurdistanê û Bexdayê hat weşandin.
Bi vê peymanê re wê rêveberiyeke xweser bihata Kurdistanê, tedbîrên ku ji bo vê yekê hatibûn pêşbînîkirin, wê di nava 4 salan de bihata bicihanîn û heta 11ê Adara 1974an hemû xalên peymanê bihatana cîbicîkirin.
Di peymanê de wê di dibistanan de hînkirina Kurdî jî hebûya.
Lê hikûmeta Iraqê peymana 11ê Adara 1974an bi cih neanî, hinek beşên vê peymanê guhert, hinek beşên wê qebûl nekir û yasaya otonomiya bisînor derxist.
Peymana 11ê Adara 1970î weke serkeftineke Kurdistanê kete dîrokê.
HIKMÊN DI PEYMANA 11Ê ADARÊ DE
- Pirsa Kurd jî wê di Destûra Demkî ya Iraqê de cih bigire.
- Di Destûra Bingehîn de jî wek neteweya Ereb wê neteweya Kurd jî were naskirin.
- Gelê Iraqê wê ji du neteweyên sereke, neteweyên Ereb û Kurd pêk were û di çarçoveya yekparçeyiya Iraqê de, mafên neteweyî yên Kurdan jî di destûrê de cih digirin.
- Zimanê Kurdî li gel Erebî wê bibe zimanê perwerdeyê li herêmên ku piranî Kurd lê dijîn.
- Cîgirê serok wê Kurd be.
- Ji bo Kurdan otonomî wê bê dayîn.
- Kurd wê beşdarî hikûmetê bibin û cudahî di navbera Kurd û Ereban de nebe.
- Kurd di warê perwerdehiyê de zehmetiyan dikişand, ji ber ku berê hatibûn dûrxistin. Ji ber vê yekê wê plansaziyek ji bo çareserkirina pirsgirêkê were çêkirin.
- Ji bo herêmên xweser wê serjimariyek bê kirin.
- Xwendekarên ku ji ber tundiya li herêma xwe ji dibistanan hatin îxrackirin an jî neçar man xwendina xwe biterikînin wê karibin vegerin.
- Wê giranî li ser weşandina bernameyên Kurdî di televizyonên dewletê de bê kirin.
- Qebûlkirina xwendekarên Kurd ji bo zanîngeh û peymangehan; Wê ji wan re derfet werin peydakirin ku hem li hundur hem jî li derveyî welat bi rêjeyek adil perwerdehiyê bistînin.
- Rêveber û fermandarên yekeyên îdarî ku piranî Kurd in, wê kurd bin yan jî kesên ku baş bi Kurdî biaxivin bin.
- Kurd wê karibin vegerin ser ax, zevî û cihên xwe yên berê.
- Bicihanîna yasaya çaksaziya çandiniyê li Kurdistanê wê bileztir bibe, pêwendiyên eşîrî bên çareserkirin û rêkevtin bên kirin ku zeviyên guncaw ji bo hemû cotkaran bê dayîn.
- Miletê Kurd wê li gorî nifûsa xwe li gorî nifûsa Iraqê beşdarî rêveberiya yasayî bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin