Peymana LNGê ya navbera Tirkiyê û Cezayîrê de heya sala 2027an dirêj kirin
PeyamaKurd – Peymana LNGê ya navbera Tirkiyê û Cezayîrê heya sala 2027an hat dirêjkirin. Tirkiye heya niha ji Cezayîrê LNG dikirî. Li gor peymanê; wê Tirkiye heya sala 2027an, her sal ji Cezayîrê 4,4 milyar m3 LNG bikire.
Peyman, di seredana serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ya ji bo Cezayîrê de hat îmzekirin. Li ser mijarê wezîrê enerjiyê û çavkaniyên xwezayî Alparslan Bayraktar di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de daxwuyanî da û got:
“Şîrketa dewletê BOTAŞ û ya xazê ya Cezayîrê Sonatrach di navcbera xwe de di sala 1988an de peymana kirîna LPGê kiribûn û niha jî me peymanê ji bo 3 salan dirêj kir. Di nav 3 salan de wê Tirkiyê ji Cezayîrê 4,4 milyar m3 LPNGê bikire.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin