‘Peymana Lozanê ne bi mes û îmzeyan, bi yekhelwestiya siyasî ya Kurd hildiwese’

24 July 2023 17:47 0 dîtin
‘Peymana Lozanê ne bi mes û îmzeyan, bi yekhelwestiya siyasî ya Kurd hildiwese’

PeyamaKurd - Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (PSDK) Mihemed Hacî Mehmûd, îro 24ê Tîrmehê di bernameya bi boneya 100emîn salvegera Peymana Lozanê de ku li gundê Gulaxan ê Helebceyê hat lidarxistin axivî.

Mihemed Hecî Mehmûd got ku Peymana Lozanê bi xwepêşandan û îmzeyan nayê hilweşandin û wiha axivî: “Divê em ji rabirdûya nexweş dersan derxin. Peymana Lozanê bi xwepêşandan û komkirina hilnaweşe, lê ewê bi yekîtî, yekrêzî û yekhelwestiya siyasî ya gelê Kurd hilweşe.”

Hacî Mehmûd diyar kir, “Îro dema em peymana ku bandoreke mezin li ser Kurdistanê kiribû bibîr tînin, wê demê piraniya welatên bihêz ji bo birêxistina xwe, lihev kirin. Tirkiyê jî ew peyman qebûl kir, tenê ji bo hilweşandina Peymana Sevrê.”

Serokê PSDKê da zanîn: “Şert û mercên niha girîng û hestiyar in û pêwîstî bi yekrêziya siyasî û gelê me heye” û hêvî xwest ku ev civîna wan encamgir be û gotûbêj li parçeyên din ên Kurdistanê jî bên kirin.