Pezeskiyan: Li her dû aliyên sînor Kurd dijîn û bi xetekî Kurdan ji hev veqetandine

12 September 2024 00:03 0 dîtin
Pezeskiyan: Li her dû aliyên sînor Kurd dijîn û bi xetekî Kurdan ji hev veqetandine

PeyamaKurd -  Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi seredana fermî li Bexdayê danûsitendinê xwe dewam dike û bi îhtîmalekî mezin dê siba an ku di 12.10.2024an de, dê seredana Herêma Kurdistanê bike. Li gor ragihandina Rûdawê; Pezeşkiyan bi peyamnêrê malpera ‘Dr. Pezişkiyan ‘ re hevpeyvîn kiriye û seredana xwe ya ji ku wê ji bo Herêma Kurdistanê bike, rave kiriye. Pezeşkiyan gotiye:

“Li her dû aliyê sînor jî Kurd dijîn û em tev wekî hevin. Kurd, bi xetekî ku hatiye kişandin, ji hev hatine veqetandin. Di navbera me de şer tine û em bi hevre ne. Belûciyên li vî rexî, bi Belûciyên aliyê dinê re di nav têkiliyan de ne. Em tev birane.

Di nav cîranên me de têkiliyên eqrebatiyê hene û em nikarin vêya înkar bikin. Ev derfete û ji bo pêşdebirina têkiliyan, mirov dikare bikarbîne. Madem wehaye, dibe ku jiyana xelkê me yê her dû terefan bê baştirkirin.”

Pezeşkiyan, di dewama axaftina xwe de behsa bikaranîna derfetan yên bi awayekî rast de gotiye:

“Wê aborî mezin bibe, hêza civakî û siyasî zêde bibe, wê tecruban bidin hev, wê siyaset li hev bikin. Lê mixabin di şûna em, vana weke derfet qebûl bikin, em wan dikin tehdîd. Ji bo bi welatên cîran re em têkiliyên nêz deynin, em dikarin ji van derfetan fêde bibînin. Ev rewş, dikare bandorê li ser xelkê her dû aliyên sînor bike.”

Pezeşkiyan, seredana fermî ya ewilî ya derveyê welat bo Iraqê bo Bexdayê kir û sibê an ku 12/09/2024 wê seredana payîtexta Herêma Kurdistanê ya Erbîlê bike.