Pira Sehîdan ya 15ê Temmûzê ya Îstenbolê ji her dû terefan de ji trafîkê re hat girtin
PeyamaKurd - Pira Şehîdan ya 15ê Temmûzê ya Îstenbolê ji her dû terefan de hat girtin. Tîmên polîsan û hêzên asayîşê çûn ser pirê. Li gor ragihandina CNNê;
‘Ajotvanê otomobîlekî li ser pirê di nav rê de otomobîla xwe dîk dide rawestandin. Tê gotin ku li ser otomobîlê dixwaze hinek peyaman bide. Yekser tîmên taybet sewqê ciyê bûyerê dikin. Niha tişta tê zanîn weke tevgerekî şexsiye. Tîmên îmhakirina bombeyan çûn ciyê bûyerê. Wê kontrola otomobîlê bikin.’
Li gor hin çapemeniya Tirkiyê; dibêjin ku kesên pêwendîdar bi ajotvan (çalakvan) re bazarê dikin. Eger bazar encam nede wê operasyon bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin