Pîransar | Ji ber ku cilên Kurdî li xwe kirine, rejîma Îranê dê dozê li 58 kurdistaniyan veke

02 January 2025 16:14 0 dîtin
Pîransar | Ji ber ku cilên Kurdî li xwe kirine, rejîma Îranê dê dozê li 58 kurdistaniyan veke

PeyamaKurd – Di rojên derbasbûyî de herî kêm 58 kurdên ji bajarê Mehabad, Bokan û Pîranşarê yên Rojhilatê Kurdistanê ku di nav wan de endamên malbatên kesên dema “Tevgera Jin Jiyan Azadî”yê jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê saziya dadweriya Komara Îslamî ya rejîma Îranê ve bang li wan hatiye kirin çima ku beşdarî dawetekê bûne û lê cilên Kurdî li xwe kirine.

Li gorî nûçeyeke ku gihîştiye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, vê dawiyê, yek ji şaxên lêkolînê yê Dadgeha Şoreşa Îslamê ya li Pîranşarê, bang li 58 kurdên ji Rojhilatê Kurdistanê kiriye û piştî demekê dê doz derbarê wan de bê vekirin. 

Li gorî kesekî agahdar; ji ber ku piştî çûne dawetekê û lê cilên Kurdî li xwe kirine û bi komî wêneyên xwe girtine, li ser torên civakî belav kirine, dadgeha rejîma Îranê ya li Pîranşarê bang li wan kiriye.

Hengaw bi bîr dixe ku di meha adara 2024an de, hêzên rejîma Îranê dest daniye ser 1400 cemedaniyan, ew wek sembola partiyên Kurdî destnîşan kirine û bikaranîna wan a di merasîmên Newrozê de jî qedexe kirine.