Pistgiriya parlementerê HUDA-PARê ji parlementerê DEM Partiyê re
PeyamaKurd – Wekîlê Batmanê yê HUDA-PARê Ramanli piştgirî da Wekîla DEMê Çiftyurek a ku banga bijartina dersên Kurdî kir û got, “Ziman bi taybetî jî zimanê me yê Kurdî meseleyeke ne hizbî ye. Ji ber vê bangê ez we pîroz dikim.”
Parlamenterê DEMê yê Wanê û Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Sînan Çîftyûrek, di daxuyaniya xwe ya li Meclîsê ya têkildarî dersên bijarte yên Kurdî de, ji Wezareta Perwerdehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê xwest ku dema bijartina dersan heya 20ê Sibatê dirêj bike.
Çiftyürek rexne li AK Partiyê girt û wiha got:
“Mixabin ji aliyekî ve AK Partî dibêje, hûn dibînin me dersên bijarte vekirin û asîmîlasyona Kurdî ji holê rakirin. Li aliyê din li dibistanên ku dersên Kurdî hildibijêrin astengiyên mezin tên derxistin. Em vê helwesta dualî ya AK Partiyê şermezar dikin."
Li aliyê din Çîftyûrek bang li malbatên Kurd û gelê Kurd jî kir û got, “Dersên bijarte pirsgirêka Kurd çareser nake. Lê dîsa jî gavek girîng e. Werin em vê gavê bavêjin. Beriya her tiştî em bang li gelê xwe dikin. Gavek biçûk be jî divê zarokên Kurd zimanê xwe yê zikmakî hilbijêrin û serlêdanê bikin.”
"Ez we ji bo vê bangê pîroz dikim"
Wekîlê Batmanê yê HUDA-PARê Serkan Ramanli di parvekirina xwe ya bi Kurdî û Tirkî ya li ser platforma Xê de Çiftyurek etîket kir û wiha got: “Ziman bi taybetî jî zimanê me yê Kurdî meseleyeke ne hizbî ye. Ji ber vê bangê ez we pîroz dikim” û piştgirî da Çîftyürek.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin