Pistî 10 salan Balafirgeha Helebê bi sefera Ebû Dabî ji gestên sivîl re vebû
PeyamaKurd – Balafirgeha Navdewletî ya Helebê ku ji ber şerê navxwe yê Sûriyê, 10 sal in girtîbû, hat vekirin û yekem geşta asmanî di navbera Heleb û Ebû Dabiyê de hat kirin.
Hat ragihandin ku Balafirgeha Navdewletî ya Helebê piştî 10 salan, geştên asmanî di navbera wê balafirgeha Ebu Dhabi ya Îmarata Erebî de, da destpêkirin.
Hat diyarkirin ku wê her hefte geştek di navbera Heleb û Ebû Dabîyê de bê kirin.
Rêvebera Wêstgeha Kompanyaya (Ecnîhet Elşam) li Helebê An Esied gotiye, “Îro em ê yekemîn geşta xwe cîbicî bikin, ku ji Abu Dhabi hatiye Helebê, herwiha ji Helebê derkeve Abu Dhabi. Ev yek ji destkeftiyên armancên kompanyayê ye, bi mebesta vekirina wêstgehên nû. Berê jî me geşt bo Yerîvan, Şarîqa û Beyrût, pêk anîn, aniha jî em geşta Abu Dhabi dikin.”
Kompanyaya Sûriî dixwaze, geştên xwe yên asmanî ber bi welatên din ên Kendavê û yên din ên Erebî û biyanî ve, bide destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin