Pistî 17 rojan Îmamoglu bi fermî bû saredarê Stenbolê

17 April 2019 18:00 0 dîtin
Pistî 17 rojan Îmamoglu bi fermî bû saredarê Stenbolê

PeyamaKurd – Di hilbijartinên herêmê yên 31ê Adarê yên Tirkiyê de, nîqaşên li ser hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê îro piştî bidawîbûna hejmartina dengên navçeya Maltepeyê ku AKPê îtiraz kiribû, bi dawî bûn.

Namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu piştî 17 rojan bi ser hilbijartinê de, bi fermî bû şaredarê Stenbolê û mazbataya wî şaredariyê ji aliyê Desteya Hilbijartinê ve hat amadekirin.

Rêveberên CHPê encamên dawî yên serketina Îmamoglu û wêneyê mazbatayê li ser medya civakî parve kirin.

Çav li rê ye îro êvarê Ekrem Îmamoglu derbasî avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê bibe û bi fermî ji AKPê dewr bistîne.