Pistî 8 salan, ofîsa Banka Cîhanî li Yemenê hat vekirin
PeyamaKurd- Li gorî ajansa nûçeyan a Yemenê ya SABAyê, li paytexta Yemenê Adenê ofîsa koordînasyonê ya demkî ya Banka Cîhanî hat vekirin.
Li gorî nûçeyê, Banka Cîhanî li Yemenê ku ji sala 2015an bi vir ve xebatên xwe rawestandine, ji nû ve ofîsa koordînasyonê vekir.
Wezîrê Plandanîn û Hevkariya Navdewletî Vaîd Bazîb ku bi Nûnera Banka Cîhanî ya li qadan û Koordînatora Herêmî Semra Şeybanî re hevdîtin pêk hanî got,
"Ji nû ve vekirina ofîsa koordînasyonê ya li Adenê, ji sala 2015an û bi vir ve yekem gava rast e ku hatiye havêtin."
Bazîb destnîşan kir ku bi vekirina ofîsekê û destpêkirina xebatê li Adenê, di çarçoveya xebatên jinûveavakirin û vejandina aboriyê de dê rasterast piştgiriya hikûmetê bê kirin.
Her wiha Koordînatora Ofîsa Banca Cîhanî Şeybanî got ku Banka Cîhanî dê piştgiriya gel û saziyên Yemenê bidomîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin