Pistî Afyon û Enqerê li Konyayê jî êrîsa nijadperestî: Kurdek hat kustin!
PeyamaKurd - Di hefteyekê de nijadperestên tirk 3 caran êrîşî kurdan kir. Piştî êrîşa du roj berê ya Afyonê ku 7 karkerên demsalî hatin birîndarkirin, îro jî li Enqere û Konyayê êrîşî malbatên kurd kirin. Li Enqerê 4 kes birîndar bûn. Li navçeya Meram a Konyayê jî nûçeya êrîşeke ser Kurdan hat ku welatiyekî Kurd di wê êrîşê de hat kuştin.
Li navçeya Çumra ya bajarê Konya, welatiyekî Kurd bi navê Hekîm Dal ( 35) di encama êrîşa grubeke dijatiya kurdan dikir de hate kuştin. Li gorî daxuyaniyên malbatê, bûyer her çiqas ji ber çêra pez derketibe jî kesên êrîş kirine bi dijayetiya kurdan têne zanîn û nijadperestên tirk in ku berê jî ew tehdît kirine.
Li gorî zanyariyan, şeva borî derdora saet 03:00 hejmarek kesan êrîşî Hekîm Dal û û çend hevalên wî kirin û di encamê de Hekîm Dal ku xelkê Amedê yê Bakurê Kurdistanê ye bi du guleyan hat kuştin.
Şahidên bûyerê diyar kirine ku şer ji ber meseleya cihê çera pez derketiye. Hevserokê berê yê HDPê yê Bajarê Konyayê Erol Şan di derbarê bûyerê de daye xuyakirin, kesekî bi navê Hekîm Dal di encama êrîşa grubekê de hatiye kuştin û bûyer wiha vegotiye:
“Hekîm Dal û malbata xwe ji bo karê xwedîkirina ajelan bikin demek bû ku li navçeya Çumra ya Konyayê dijîn. çend roj beriya niha bi sedema cihê çera pez di navbera wan û grubekê din de gengeşeyek çêbibû. Şeva borî seat derdora 03:00 grubeke 20 heta 25 kesan pêk tê dema ku Hekîm Dal û malbata wî li ber pezê xwe bûn êrîşî wan dikin. di êrîşê de çend endamên malbata Kurd birîndar bûne û Hekîm dal jî du gule lê ketine û wî jiyana xwe ji dest daye.”
Hat ragihandin ku cenazeyê Hekîm Dal niha li nexweşxaneya bajêr ya Konyayê ye û malbat li benda otopsiyê ye û li gorî biryara malbatê wê cenaze îro bo Amedê bê şandin.
Hat diyarkirin ku li ser bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin û Baroya Konyayê jî bûyerê dişopîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin