Pistî biryara cezakirina Akis li Colemêrgê tansîyon bilind bû: Li bajêr polîs û cenderme hatin bicihkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Colemêrgê ku qeyûm li ser şaredariya wê hatiye tayînkirin, di rûniştina dadgehê ya îro 5ê Hezîranê de jî ji bo serokê şaredariyê yê ji aliyê Wezareta Navxwe ve ji kar hatibû dûrxistin Mehmet Siddiq Akiş, 19 sal û 6 meh sizayê girtîgehê hate sepandin.
Piştî biryara dadgehê tevî hêzên polîs hêzên cenderme jî li bajêr hatin bicihkirin û bi taybet derdora parêzgarî û avahiya şaredariyê hate dorpêçkirin.
Li Colemêrgê ku du roj in li dijî biryara qeyûm protesto dewam dikin, îro jî meşa parlamentarên DEM Partiyê ya ligel xelkê bajêr hate astengkirin û alozî derketin.
DEM Partiyê piştî biryarê ragihandiye ku ew dê çalakiyên xwe berdewam bikin û biryara dadgehê jî wekî ‘biryareke hikmê wê tune ye’ hate nirxandin.
Hate ragihandin ku hêzên ewlekariyê li Colemêrgê tevî astengkirina xwepêşandanan gaza rondirêj jî li dijî girseyê bikar tînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin