Pistî biryara YSKê ya Stenbolê siyaseta Tirkiyê dikele! Kî çi got?
PeyamaKurd – Hilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê li ser îtirazên AKP û MHPê ku bixwe partiyên Tifaqa Cumhur a deshilatdar in, doh êvarê (7.05.2019) ji aliyê dadgerên Saziya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) ve hat betalkirin.
Piştî biryara YSKê ku nakokiyên navbera partiyên siyasî yên Tirkiyê de hîn zêdetir kir, partiyên siyasî yên opozîsyona Tirkiyê CHP, IYI Partî û HDP bertekên tund li dijî biryara YSKê ya dubarekirina hilbijartinên şaredariya Stenbolê nîşandan.
Niha siyaseta Tirkiyê nayê zanîn ber bi ku ve diçe, ji ber ku li aliyekî Tifa Cumhur (AKP-MHP) û li aliyê din Tifaqa Milet (CHP-IYI Partî) û aliyê ku encamên hilbijartina dide guhertin jî HDP heye.
ERDOGAN: BIRYARA YSKÊ WESÎLEYA XÊRAN BE
Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan jî îro 8ê Gulanê di koma parlamentoyê ya partiya xwe de li ser mijara dubarekirina hilbijartina Stenbolê axivî û got, “Divê hilbijartinê de (31 Adar 2019) cihê herî zêde nîqaş li ser hebûn ya Stenbolê bû. Dengê 15 hezar hilbijêran hatibû xespkirin. Heke me ji dizan hesab nepirsiya em nikaribûn hesab bidin miletê xwe. Biryara YSKê ji welatê me, miletê me û Stenbolê re bibe wesîleya xêran.”
ERDOGAN: DIVÊ HER KES HEDÊ XWE BIZANE
Erdogan herwiha di axaftina xwe de ji ber daxuyaniyên komelên karsazên mezin ku fikarên xwe ji bo betalkirina hilbijartinên Stenbolê anîne ziman, gef li karsazan xwar.
Erdogan wiha got: “Hinek komên karsazan piştî biryara YSKê daxuyaniyên xerîb didin. Hûn şaş dikin. Divê pêşî her kes hedê xwe bizane.”
KILIÇDAROGLU: JI ÇETE, TAŞERON Û SEXTEKARAN DADGER NABE
Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî di gotara xwe ya parlamenê de bi tundî li dijî biryara YSKê derket û dadgerên biryara betalkirina hilbijartinê dane jî wekê çeteyên alîgirên deshilatiya AKPê bi nav kir.
Kiliçdaroglu navê wan dadwerên hilbijartin betal kirine yeko yeko got û diyar kir, ew êdî nikarin li rûyê zarokên xwe û gel binêrin û wiha pê de çû:
“Ji taşeronan dadger nabe. Ji sextekaran dadger çênabin. Ji yên ku li gorî rewşa bayê tevdigerin dadger çênabin. Hûn edaletê tune dikin! Divê em derseke baş bidin çeteyên na YSKê. Ekrem Îmamoglu ne namzedê CHPê ye, piştî vê kêliyê yê 16 milyon xelkê Stenbolê ye.”
HDP: YSKÊ NIRXÊN WIJDANÎ Û HIQÛQÎ TUNE HESIBANDINE
HDPê jî di daxuyaniya xwe ya piştî biryarê dabû xuyakirin ku YSKê li ber zextên deshilatdariya AKPê xwe ranegirtiye û di biryarê ti rewabûneke demokratîk nîne.
“YSKê hiqûq binpê kiriye, xwe înkar kiriye û serî li hemberî zextên desthilatê tewandiye û biryarek wergirtiye ku haveynê meşruîyeta demokratîk tê de tun ye. Dozgeran careke din, pêş bişkokên cubbeyên xwe girtine, nirxên wijdanî û hiqûqî tune hesibandine.”
CÎGIRÊ PARÊZGAR KET ŞÛNA ÎMAMOGLU
Hilbijartinên dubare yên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê 23yê Hezîranê piştî Cejna Remezanê encam didin.
Li şûna Ekrem Îmamogluyê ku 19 rojan seroktiya şaredariya Stenbolê kir jî heta encamdana hilbijartinê ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ve Cîgirê Parêzgarê Stenbolê Ali Yerlikaya hat tayînkirin.
Ekrem Îmamoglu piştî biryara dubarekirina hilbijartinan li Beylikduzuya Stenbolê ji alîgirên partiya xwe re axivî bû û biryara YSKê bi tundî şermezar kiribû. Îmamoglu herwiha destnîşan kiribû kuhesta edaletê ya tevahiya Tirkiyê ligel wan e û ew dê ji hewlên ji bo serkeftinê venegerin..

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin