Pistî civîna Astana daxuyaniya hevbes: Rêveberiya Xweser nayê qebûlkirin!

16 June 2022 18:00 0 dîtin
Pistî civîna Astana daxuyaniya hevbes: Rêveberiya Xweser nayê qebûlkirin!

PeyamaKurd - Civînên gera 18an a hevdîtinên formata Astana ku li Paytexta Kazaxistanê Nur Sultanê bi beşdariya şandên rêjîma Sûriye, opozisyon û nûnerên welatên garantor hat lidarxistin, bi dawî bû. Di daxuyaniya hevbeş de, aliyên beşdarên civînê ba kişandin ser serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê û gotin, bi bihaneyên şerê dijî terorê avakirina Rêveberiya Xweser a neyasayî nayê qebûlkirin. 

Did daxuyaniyê de hat diyarkirin ku divê asayîkirina domdar a rewşa li Idlibê û derdora wê bidome û hat gotin ku divê hewldanên jinavbirina DAIŞê û Cebhet El-Nusra û hemû kes, kom, sazî û rêxistinên girêdayî El Qaîde û DAIŞê berdewam bikin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Aliyên beşdar di civînê de rewşa bakurê rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) gotûbêj kirin û tekezî li ser wê yekê kirin ku ewlehî û aramiya mayînde li vê herêmê tenê li ser esasê parastina serwerî û yekparçeyiya axa Sûriyê pêk tê. Alîyan hemû hewldan ji bo afirandina ‘rastiyên nû’ li ser erdê red kir, di nav de jî destpêşxeriyên neyasayî yên derbarê avakirina Rêveberiya Xweser bi bihaneya şerê li dijî terorê.”

Daxuyaniyê herwiha daxwaza piştevaniyê ji bo baştirkirina rewşa mirovî li Sûriyê, pêşketina di proseya çareseriya siyasî û zêdekirina alîkariyan di hundirê Sûriyê de kir.

Beşdarên Astanayê, êrîşên leşkerî yên Israîlê li ser Sûriyê şermezar kirin, ku binpêkirina yasayên navdewletî û serweriya Sûriyê û welatên cîran e û gefê li aramî û ewlehiya navçeyê dike.

Herwiha welatên garantor (Rûsya, Tirkiye, Îran) tekezî li ser wê kirin ku çareseriya krîza Sûriyê, ne bi çareseriyeke leşkerî ye û pabendbûna xwe bi pêşvebirina proseyeke siyasî kirin ku bi riya Sûriyan bi xwe û bi alîkariya Netewên Yekbûyî û li gor biryara Encûmena Asayişa Navdewletî (2254) be.

Garantoran girîngiya rola Komîteya Destûrî ya Sûriyê ya ku bi beşdariya dewletên garantor ên pêvajoya Astanayê hatiye damezirandin anîn ziman.