Pistî du salan hikûmeta Avusturyayê ava bû: Christian Stocker bû serokwezîr
PeyamaKurd - Piştî lihevkirina koalîsyona sêalî li Avusturyayê, serokê OVP Christian Stocker sond xwar û bû Serokwezîrê welat.
Piştî hilbijartinên 29ê Îlonê yên sala borî, sê partiyan li ser hikûmeta koalîsyonê li hev kiribûn. Partiya Gel a Avusturyayê (OVP), Partiya Sosyal Demokrat a Avusturyayê (SPO) û Partiya Neos, bi derxistina Partiya Azadiya Avusturyayê (FPO) ya rastgir derveyî hikûmetê re, li ser damezirandina hikûmeta hevpeymaniyê li hev kirin.
Merasîma sondxwarinê li Qesra Serokomariyê pêk hat. Serokê OVP Christian Stocker îro 3yê Adarê wek serokwezîrê nû yê Avusturyayê sond xwar û hikûmeta nû piştî rawestandina 2 salan dest bi kar kir.
Serokê SPO Andreas Babler jî wek Alîkarê Serokwezîr sond xwar û dest bi erka xwe kir.
Li gorî peymana koalîsyonê, dê OVP Wezaretên Bergirî û Navxweyî, SPO jî dê Wezaretên Darayî û Dadê û Neos jî dê Wezaretên Perwerdehî û Karên Derve werbigirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin