Pistî êrîsa bi kêrê ya penaberekî li Îrlandayê alozî mezin dibe

24 November 2023 20:41 0 dîtin
Pistî êrîsa bi kêrê ya penaberekî li Îrlandayê alozî mezin dibe

PeyamaKurd – Piştî ku li paytexta Îrlanda Dublinê ji aliyê penaberekî ve êrîşa bi kêrê li ser welatiyên îrlandî hate kirin, rastgirên tundrew ev du roj in derketina qadan û xwepêşandanan dikin.

Li paytexta Îrlanda Dublînê di navbera polîs û xwepêşandêran de, şer û pevçûn derket ku alozî her diçe mezintir dibe.

Televizyona RTE ya Îrlandayê ragihandiye ku di xwepêşandanên piştî nîvê şevê dest pê kirine de, polîsan li bajêr operasyoneke mezin li dar xistiye û di navbera polîsan û xwepêşanderan de pevçûn çêbûne ku otomobîlên polîsan jî hatine şewitandin.

Di xwepêşandanan de, neteweperestên Îrlandî diruşên dijî koçberên biyanî diqîrin û dixwazin ji welat bên qewirandin.

Di bûyera bi kêrê ya ku li Dublinê li nêzî dibistanekê rû dabû de 3 ji wan zarok 5 kes birîndar bûbûn û polîs ragihandibû ku ew ne êrîşeke terorê ye.