Pistî Ewropayê Amerîka jî dixwaze Belarûs ji ber krîza koçberan were cezakirin
PeyamaKurd - Piştî biryara cezakirinê ya welatên Yekîtiya Ewropayê Amerîka jî amadekariyê dike ku Belarûs ji ber sedema krîza koçberan were cezakirin û sedema cezayan jî helwesta hikûmeta Belarus a nemirovî tê nîşandan.
Bi sedema krîza koçberan a li ser sînorê Belarus-Polonyayê, guvaşên navdewletî li ser hikûemta Belarusê zêde dibin. Mînsk bi wê yekê tê tometbarkirin ku bi zanebûn koçberan li ser sînorê Polonyayê kom dike.
Berdevkê Wezareta Derve a Amerîkayê Ned Price ragihand, ji ber helwesta nemirovî ya hikûmeta Belarusê ew bi hemahengî li gel Yekîtiya Ewropayê û hevpeymanên din, amadekariya danîna dorpêçan û sepandina sizayan li ser Belarusê dikin.
Price got, divê rêveberiya di bin serokatiya Alexander Lukaşenko de, berpirsyariya êrîşên li hemberî demokrasî, mafên mirovan û prensîbên navdewletî hilgire.
Hêjayî gotinê ye, Belarusê niha li devera sînorî rewşa awarte ragihandiye û nahêle rêxistinên mirovî û rojnamevan jî nêzîkî wir bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin