Pistî hedefgirtina nijadperestên tirk a dostê kurdan Îsmaîl Besîkçî û WÎBê, WÎBê bernameya xwe betal kir

09 November 2024 14:11 0 dîtin
Pistî hedefgirtina nijadperestên tirk a dostê kurdan Îsmaîl Besîkçî û WÎBê, WÎBê bernameya xwe betal kir

PeyamaKurd – Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz ragihand ku piştî wan bi rêvebirên TUYAPê re hevdîtin pêk anîne, ji bo provakasyon rû nedin, wan gotûbêja xwe ya sibê betal kiriye.

Çi bûbû?

Civaknasê Tirk ê dostê kurdan Îsmaîl Beşîkcî ku her sal li ser navê Weqfa Beşîkcî beşdarî Fûra Pirtûkan a Navnetewî ya Stenbolê TUYAPê dibe, ji ber gotûbêja wî ya îsal a li fûarê ku dê bi navê “Çima Kurd divê bibin Neteweperwer?”sibê (10ê mijdara 2024an) saet di navbera 11:00-11:45an de li dar biketa, ji berk u rastî roja mirina Ataturk hatbû, nijadperestên Tirk ew kirin hedef.

Piştî ku bernameya Weşanxaneya Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ya gotûbêja Beşîkcî hatibû ragihandin, gelek nijadperestên tirk êrîşî Beşîkcî û Weqfê kirin.

Di serî de Umît Ozdagê serokê partiya Zaferê ya neteweperestiya Tirk diparêze û gelek hesabên medya civakî yên nijadperestên tirk, bang li rêvebiriya TUYAPê kiribûn ku vê çalakiyê betal bike û xwestin, ew bernameya 10ê mijdarê ya li salvegera mirina Mustafa Kemal Ataturk rast tê, neyê lidarxistin.

Li aliyê din kurdên hezkiriyên Beşîkcî jî bertek nîşanî wan parvekirinên nijadperestî dan û xwestbûn ew bernameya li TUYAPê neyê betalkirin.

Lê bi dû re Serokê Weqfa Îsmaîl Beşîkçî, Îbrahîm Gurbuz ragihand ku piştî hevdîtina bi rêvebirên TUYAPê re, ji bo nebin sedema rûdana provakasyonan wan bernamaye xwe betal kiriye.