Pistî karesata Erzinganê alarma "Sîyanûrê": Gihîstina Firatê tê wateya dawiya jiyanê
PeyamaKurd – Zanyarê Erdê Prof. Dr. Suleyman Pampal bang kir ku ji ber şimitîna di Kana Zêrê ya Çopler a Erzinganê de maddeya siyanûrê ku digihêje Firatê demildest bê astengkirin.
Li navçeya Îliç a Erzinganê li qadeke mezin ku Kana Zêrîn a Çopler a fîrmaya Anagoldê lê ye, erd şemitî û hat ragihandin ku 9 karker di bin axê de mane.
Ev qada madenê ku şîrketên Anagold Madencilik û SSR Madenê lê dixebitin, berê bi îdiayên siyanûrê derketibû pêş.
Suleyman Pampal di daxuyaniya xwe ya li Haberturk de, derbare hereme da hişyari da.
“Ev erda çandiniyê ye. Madeya siyanûrê ya jehrîn ku ji bo derxistina zêr û kîmyewî yên ku ji bo wê têne bikaranîn têne hilberandin, mixabin, ev ax e ku ji bo veqetandina zêr hatî hilberandin." Pampal axaftina xwe wiha domand:
“Bû çolek wek çiyayekî li ser hev. Ev cih pir nêzîkî çemê Firatê ye, 700-800 metre dûr e. Têkelbûna wê bi Firatê re tê wateya dawiya hemû jiyanê. Divê demildest rê li ber gihandina Firatê bê girtin. Divê ev gelî bê girtin."
Parêzgariyê Erzînganê Hamza Aydoğdu diyar kir ku di bin xirbeyan de karker hene; Serokê Navçeya Îliçê ya Partiya Komarî ya Gel (CHP) Mesut Guz ragihand ku li ser tesbîtên malbatan 10-15 karker mirine.
Wezîrê Dadê yê Tirk Yilmaz Tunç ragihand ku ji bo bûyerê 4 dozger hatine wezîfedarkirin, Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya jî diyar kir ku wan nirxand, dibe ku 9 karker di bin xirbeyan de bin.
Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ku di daxuyaniya xwe de li şûna siyanûrê peyva "materyal" cih girtibû got, "Piştî şimitîna axê yekser ekîbên teftîşê yên midûriyeta navendî û parêzgehan a Wezareta me sewqî herêmê kirin. Ji bo ku madeyên di dema şimitîna axê de diherikin negihêjin Çemê Firatê, Çemê Sabîrliyê, me qapaxên kaniya ku jê digihêje çemê Firatê girtin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin