Pistî pêsniyara Bahçelî, Erdogan derbarê mijara efuyê de daxuyanî da

13 May 2018 17:43 0 dîtin
Pistî pêsniyara Bahçelî, Erdogan derbarê mijara efuyê de daxuyanî da

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan got di rojeva hikûmetê de mijara efuyê tune.

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan di civîneke çapemeniyê de li ser pirseke derbarê axaftina Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ya li ser derxistina efûyê,  Erdogan wiha got: "Ev daxwaz an jî pêşniyara Bahçelî ya wî bi xwe ye. Lê niha di rojeva hikûmeta me da mijara efûyê tune."

 

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli li ser hesabê xwe yê Twitterê gotibû: “Ji bilî îstismarkerên zarokan, tecawizker, kujerên jina, PKKyî û endamên FETOyê çima efûkirina kesên di zindanan de rojên xwe dihejmêre û bêriya hezkirên xwe dikin nayê aqilê ti kesî?”