Pistî protestoyan hilbijartinên Qirgizistanê hatin betalkirin
PeyamaKurd – Piştî eşkerekirina encamên hilbijartinên Parlamentoya Qirgizistanê, alîgirên partiyên opozîsyonê bi hinceta ku sextekarî hatiye kirin dest bi protestoyan kirin û ketin avahiya serokomariyê.
Di hilbijartinên parlamena Qirgizistanê de, 16 partiyan beşdarî kiribû û bi hinceta benda sedî 7 a hilbijartinê derbas nekirine 12 partîyan nekaribû parlamentaran bişînîn parlamentoyê.
Li ser vê ji 4ê Cotmehê ve protesto berdewam dikin û serokomarê berê jî ji zindanê hat derxistin.
Îro 7ê Cotmehê Desteya Bilind a Hilbijartinên Qirgizistanê li ser tundbûna protestoyan ragihand ku hilbijartinên parlamentoyê hatine betalkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin