Pistî YPG û PKKê li ser êrîsa Taksîmê KCKê jî daxuyanî da...

15 November 2022 19:01 0 dîtin
Pistî YPG û PKKê li ser êrîsa Taksîmê KCKê jî daxuyanî da...

PeyamaKurd – Piştî daxuyaniyên redkirina êrîşa bombeyî ya Taksîma Stenbolê ji aliyê YPG û PKKê ve, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) jî bi daxuyaniyekê teqîna Stenbolê şermezar kir û diyar kir ti pêwendiyeke wan bi wê teqînê û gumanbarê wê re nîne. KCKê herwiha da zanîn ku mebesta tohmetbarkirina PKKê û hêzên Rojavayê Kurdistanê, planeke tarî ya dagirkirina Rojavayê Kurdistanê ye.

KCKê di daxuyaniya xwe de bal kişandiye ser ku bi tohmetbariyên li ser êrîşa Taksîmê re hikûmeta Tirkiye hewl dide ji bo dagirkirina Rojavayê Kurdistanê rê ji xwe re veke û hat gotin, ew ji ber teqîna Stenbolê dilgiran bûne û êrîşa ku xelkê sivîl armanc dike, şermezar dikin.

Herwiha hatiye diyarkirin, tevî ku wan ragihandiye ti pêwendiya PKKê bi vê teqînê re nîne jî AKP û MHP bi PKKê tohmetbar dikin ku dixwazin Rojavayê Kurdistanê dagir bikin û teqîna Stenbolê jî eşkere dike ku AKP û MHP di nava planên tarî de ne.

PKK: Ti têkiliya me bi teqîna Taksîmê re nîne

Mezlûm Ebdî ji bo teqîna Taksîmê sersaxî da gelê Tirkiyê: 'Ti têkiliya me pê nîne

YPG: Em bi temamî wan îdiayên derewîn red dikin