Plana bidestxistina polîtburoya YNK ê ya ji aliyê Lahor Cengî de hat têkbirin

11 November 2021 23:41 0 dîtin
Plana bidestxistina polîtburoya YNK ê ya ji aliyê Lahor Cengî de hat têkbirin

PeyamaKurd – Li gor çapemeniya Silêmaniyê Lahor Şêx Cengî Talabanî xwestiye bi planekî bi dizî polîtburoya YNK ê bixe destê xwe lê Bafil Talabanî rê nedayê û planê têkbiriye. Li gor ragihandina BasNewsê ku çavkaniya xwe Direw Medya nîşandaye û ew jî rêvebirekî YNK ê çavkanî nîşan dane; sedema ku di van rojên dawiyê de rewşeka awarte ya ewlehiyê li Silêmaniyê heye, hewldana bidestxistina politburoya YNK ê ji aliyê Lahor Şêx Cengî Talabanî de ye.

Hat ragihandin ku Lahor Talabanî piştî ji YNK ê hat îxrackirin, ji bo ciyê xwe yê berê bixe destê xwe du roj berê planeka weha çêkiriye.

Ji ber bûyerên duhî, asayîşa Silêmaniyê biryara civandina sîlihên bê ruxset da û îro dest bi civandina sîlihan kir. Tê gotin ku ev biryar li hemberê Lahor Şêx Cengî hatiye kirin.