Polîsê Îranê ragihand: Azeriyên li Urmiyê gef li Kurdan xwaribûn hatin girtin

24 March 2025 18:00 0 dîtin
Polîsê Îranê ragihand: Azeriyên li Urmiyê gef li Kurdan xwaribûn hatin girtin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê 22 Azeriyên gef li Kurdan dixwarin hatin desteserkirin

Rêvebiriya Polîsê Parêzgeha Urmiyê îro 24ê Adarê ragihand, 22 kesên ku di merasîma şînê ya Îmam Elî de gef li Kurdan xwarine û bê rêzî li wan kirine hatine desteserkirin.

Hêjayî gotinê ye, 22yê Adarê dema merasîmê Azeriyan bi hilgirtina daran bi diruşmên nijadperestî hewl dabûn êrîşî Kurdan bikin û gef xwaribûn.

Aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê ew hewldan şermezar kirin û peyamên biratiya herdu gelan dan ku li Urmiyê ligel hev dijîn.