Polîsên Tirkiyê li Mêrdînê gule bera ciwanekî Kurd dan û ew kustin

02 September 2022 12:35 0 dîtin
Polîsên Tirkiyê li Mêrdînê gule bera ciwanekî Kurd dan û ew kustin

PeyamaKurd – Polîsên Tirkiyê li navçeya Midyadê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê gule bera kesê bi navê Adem Kara dan û di encamê de Kara can da.

Li gor zanyariyan, di 1ê Îlona 2022yan de  li Taxa Işiklar a ser bi navçeya Midyadê ve li bazara ajelan polîsan xwestiye Adem Kara yê 21 salî rawestînin lê ew ranewestiyaye û polîsan gule berdanê.

Hat zanîn ku Adem Kara yê ku bi guleyên polîsan bi giranî birîndar bûbû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Mêrdînê can daye.

Herwiha hat ragihandin ku cenazeyê Adem Kara wê îro Înê 2ê Îlonê li Goristana Kalo ya Midyadê bi axê ve bê spartin.

Li gor malbata Adem Kara eşkere kirin, derbarê wî de tu biryara girtinê tunebû û nû ji girtîgehê derketibû. Malbat dibêjin dibe ku tirsiya be û ji ber wê yekê ranewestiyabe û ew ê ji bo rastiya bûyerê di lêkolîna xwe de berdewam bin.

Heta niha ne Parêzgarî û ne jî Qeymeqamtiya Midyadê tu daxuyanî di derbarê bûyerê de nedane û hat zanîn ku polîsek hatiye desteserkirin.