Polîtburoya PDKê bi besdariya Mesrûr Barzanî civiya

16 June 2019 12:36 0 dîtin
Polîtburoya PDKê bi besdariya Mesrûr Barzanî civiya

PeyamaKurd – Proseya pêkanîna kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro bi civîna Polîtburoya PDKê ku Serokwezîrê dahatû yê Herêma Kurdistanê beşdarî dike dest pê kir. Mesrûr Barzanî piştî civîn û danûstandinên ligel PDKê dê bi aliyên din ên siyasî re jî bicive.

Mesrûr Barzanî sibe 17ê Hezîranê jî serdana Silêmaniyê dike û bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re dicive û wê piştre jî serdana alî û partiyên ku dixwazin beşdarî kabîneya nehem bibin, bike.

Pêwîste Mesrûr Barzanî di nav 30 rojan de (Piştî 11ê Hezîranê bo pêkanîna kabîneyê hat erkdarkirin)  kabîneya xwe ya hikûmetê pêk bîne û pêşkeşî parlamentoyê bike.