Polonyayî, ji bo xwepêsandaneke girseyî civiyan!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Polonyayê hatin ragihandin, gelê Polonyayê ji bo 'xwepêşandana siyasî ya herî mezin a salên dawî' li hev civiya.
Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku gelê ku li ser banga rêberê Platforma Sivîl (PO) ku partiya herî mezin a opozîsyona Polonyayê ye û Serokwezîrê berê Donald Tusk li hev civiyan ku li hember bihayên zêde bertekê nîşan bidin.
Li gorî hat ragihandin, bi hezaran welatiyên ku li paytext Varşovayê kom bûn, nikaribûne xwe li qada ku ji bo xwenîşandan û meşê diyar kiribû bi cih bikin û ji ber vê jî herikîn kuçe û kolanên din ên sereke.
Hat zanîn ku di meşê de li gel alên Polonya û Yekîtiya Ewropayê (YE) pankartên bi nivîsên "Destûra Bingehîn" "Demokrasî" "Em ê bi ser bikevin" "Êdî bes e" û "Polonya Ewropa ye" hatin hilgirtin.
Şaredarê Varşovayê yê niha Rafal Trzaskowski ku di hilbijartinê de nêzî 400 hezar deng wenda kirin û Tusk ku hevrikê Serokomarê niha Andrzej Duda yê sala 2020an bû jî tevlî meşê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin