Pompeo: Me destûra serê Îranê standiye, lê niyeta me...

17 June 2019 17:11 0 dîtin
Pompeo: Me destûra serê Îranê standiye, lê niyeta me...

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di hevpeyvîneke televîzyona FoxNewsê de li ser aloziya bi Îranê re got, siyaseta Amerîkayê ne şerkirina Îranê ye û serokê Amerîkayê her karekî dike daku em bi Îranê re nekevin şer.

'ME DESTÛRA YASAYÎ STANDIYE, LÊ NIYETA ME NÎNE EM ŞERÊ ÎRANÊ BIKIN'

Li gorî ragihandina Ajansa Reutersê jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandiye ku hebûna destê Îranê ya di êrîşa li ser du keştiyên neftê yên li Behra Umanê de nayê înkar kirin û her çend me mohleta yasayî ya şer jî wergirtiye, lê Amerîka niyeta wê ya şer li gel Îranê tine ye.

Pompeo bal kişand ser ku Amerîka şer naxwaze û hemû hewldanên dîplomatîk birêve dibe daku alozî kêmtir bibe.