Price: Êrîs û tundiya Talîbanê li dijî peymana ligel Amerîkayê ye!
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Ned Price di civîna rojnamevanî ya li Koşka Spî de ragihand ku tundûtûjî û êrîşên berdewam ên Talîbanê li Afganistanê, li dijî peymana di navbera Amerîka û Talîbanê de hatiye kirin e.
Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê bal kişand ser ku ew ji nêzîk ve pêşketina Talîbanê dişopînin û ew ji nêz ve bi rewşa herî dawî ya li Afganistanê re têkildar dibin.
Price diyar kir ku Amerîka hem ji aliyê leşkerî û hem jî ji aliyê aborî ve alîkariyên mezin dane Afganistanê û li ser rewşa dawî got: “Bêguman asta tundiyê ya li Afganistanê, peyvên di peymana ku Talîban bi Amerîkayê re kiriye hev nagirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin