Prof. Dr. Ilhami Çelik: “Dibe Kovid-19 di hezîranê de biqede”
PeyamaKurd- Endamê komîte ya Zanistê ya bo kovid-19 ê û serokê nexweşxane ya bajarê Keyseriyê ya Tirkiyê Dr. İlhami Çelik ku jimara jesên bi Kovid-19 ê dikevin kêmin û ev jî hêvî dide mirovî. Çelik dibêje ku di kêmbûna jimara nexweşan de herî zêde bandora nederketina derve heye, dê newxeşîn di nav 1-2 hefteyan de pîk bike û dibe di meha hezîranê de em dagerin nav jiyana xwe ya normal.
Çelik got ku raste psikolojiya mirovan xerab bûye lê ev nexweşîn ji pêlav û cilan ji kesekî nagihê yekî dinê, di vê mijarê de di destê me de ti delîl tine ye û divê mirov li van tiştan neeliqe. Çelik weha dewam kir:
“Ev vîrus ji mirovan digihê mirovan. Eger di yekî de hebe digihê yê din. Weka di kelmêşan de, bi kelmêşan nagihê mirovî. Tişta divê mirov bike, zîncîra enfeksiyonê bişkêne. Bo vê jî divê mirov neyên cem hev. Lewra tişta herî baş ew e ku mirov di mala xwe de bimîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin