Proseya dengdanê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve diçe

20 October 2024 08:02 0 dîtin
Proseya dengdanê ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê birêve diçe

PeyamaKurd – Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê ya li 4 herêmên hilbijartinan dest pê kir. Di hilbijartinê de mafê dengdanê yê 2 milyon û 789 hezar heye.

Di hilbijartinan de, gelek çavdêrên biyanî amadehiyê dikin daku hilbijartineke aram û şefaf bê kirin. Proseya dengdanê li demjimêr 07:00 dest pê kir û heta 18:00 wê berdewam bike.

Hilbijêr cara ewil dengên xwe bi rêya sîstema elektronîk û nasnameyên biyometrîk bikar tînin. Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ragihandiye, wê sîstema VVDyê were bikaranîn û dengderên neqeydkirî nikaribin deng bidin.

Dadgeha Federala ya Iraqê 22yê Sibata 2024an biryar da ku 11 kursiyên pêkhateyên Tirkmen û Mesîhî yên li Parlamentoya Kurdistanê bên rakirin. Di hilbijartinan de wê 100 kursî bên hilbijartin û 5 kursî jî ji pêkhateyan re hatine terxankirin.

Hilbijartin di bin çavdêriya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê de tê kirin. Li gorî komîsyonê, 2 milyon û 683 hezar û 618 dengder dikarin beşdarî hilbijartinên giştî bibin.

Hejmara hilbijêran bi giştî li gorî bazneyan:

Bazneya Hewlêrê: 933 hezar û 115 dengder

Bazneya Silêmaniyê: 1 milyon û 8 û hezar û 412 dengder

Bazneya Dihokê: 682 hezar û 791 dengder

Bazneya Helebce: 59 hezar û 300 dengder

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê 1266 navendên dengdanê vekirine.

Hejmara navendên dengdanê li gorî bazneyan:

Bazneya Hewlêrê: 498 navendên dengdanê 

Bazneya Silêmaniyê: 477 navendên dengdanê 

Bazneya Dihokê: 264 navendên dengdanê 

Bazneya Helebce: 27 navendên dengdanê 

Li gorî Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê, 16 konsulxane, 15 rêxistin û 22 dezgehên ragihandinê yên navdewletî, 9610 rêxistin û çavdêrên navxweyî û 43 hezar 139 nûnerên partiyên siyasî,dê çavdêriya proseya dengdana giştî ya Parlamentoya Kurdistanê bikin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê navê 1191 namzetan ji bo xula şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pesend kirine:

Hejmara namzedan:

Hejmara namzedên mêr: 823

Hejmara namzedên jin: 368

Hejmara namzedên partiyan: 949

Hejmara namzedên hevpeymanan:123

Hejmara namzedên serbixwe: 119

Hejmara namzedên pêkhateyan: 38 (Tirkmen 20 û Xirîstiyan 18)

Dadgeha Bilind a Iraqê hejmara kursiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxist 100 kursî, hi van 95 kursiyên giştî ne û 5 jî ji bo pêkhateyan hatine veqetandin.

Dabeşkirina hejmara kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li gorî bazneyên hilbijartinê:

Bazneya Hewlêrê: 32 kursî

Bazneya Silêmaniyê: 36 kursî

Bazneya Dihokê: 24 kursî

Bazneya Helebce: 3 kursî

(Bi tevahî: 95 kursî)

Dabeşkirina hejmara kota ya kursiyên Parlamentoya Kurdistanê li ser parêzgehan:

Bazneya Hewlêrê: 2 kursî

Bazneya Silêmaniyê: 2 kursî

Bazneya Dihokê: 1 kursî

Bazneya Helebce: 0 kursî

(Bi tevahî: 5 kursî)

Roja 18ê Cotmehê dengdana taybet a xula şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê birêve çû. Li gorî komîsyonê rêjeya beşdariyê gihişt ji sedî 97ê û 208 hezar û 521 endamên hêzên ewlehiyê deng dan.