Proseya fermî ya parêzgehbûna Helebceyê bidawî bû: Êdî parêzgeha çaremîn a Herêma Kurdistanê ye
PeyamaKurd – Proseya parêzgehbûna Helebceyê temam bû û Helebce bi fermî bû parêzgeha çaremîn a Herêma Kurdistanê û ya 19emîn a Iraqê. Encûmena Wezîran a Iraqê di civînê îro 13ê Adarê de biryar da ku Helebce bibe 19emîn parêzgeha Iraqê.
Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Armanc Rehîm jî piştî biryarê ragihand, bi biryara Encûmena Wezîran a Iraqê proseya federalî ya parêzgehbûna Helebceyê hatiye temamkirin û got: “Helebceya min bû 19emîn parêzgeha Iraqê.”
Berdevkê Wezareta Plandanan a Iraqê Ebdulzehra Hindawî doh 12ê Adarê ragihandibû ku wan nameyeke fermî ji Sekreteriya Giştî ya Encûmena Wezîran a Iraqê re şandiye û tê de encamên nirxandina wezaretê li ser parêzgehkirina Helebceyê di warê aborî, hebûna yekeyên îdarî û nifûsê de hatine ravekirin û diyarkirin daku bibe parêzgeh.
Hêjayê bibîrxistinê ye, Hikûmeta Herêma Kurdistanê di 13ê Adara 2014an de biryara parêzgehkirina Helebceyê dabû û di 31ê Kanûna 2013an de jî Parlamentoya Iraqê Helebce wek parêzgeh nas kir lê karên fermî yên parêzgehbûne heta niha nehatibûn bidawîkirin.
Bajarê Helebce wekî birîneke kûr a gelê Kurd e ku di Adara 1988an de ji aliyê rejîma Beasê ve hatibû kîmyabarankirin û nêzîkî 5 hezar kes şehîd bûbûn û du qat zêdetir jî birîndar bûbûn ku hîn jî birînên wê derman nebûne.
Serjimara paêzgeha Helebceyê 120 hezar kes e û ji navçeyek û çar nehiyeyan pêk tê; navçeya navendî ya Helebceyê û navçeyên Xurmal, Biyare, Bemo û Sîrwan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin