Putin bi rêya telefonê bi Serokê Fîlîstînî Mahmud Abas re axivî

19 April 2022 09:30
Putin bi rêya telefonê bi Serokê Fîlîstînî Mahmud Abas re axivî

PeyamaKurd Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi rêya telefonê bi Serokê Fîlîstînî Mahmud Abas re axivî.

Kremlînê bi daxuyaniyekê diyar kir, Putin û Abas li ser danûstandinên di navbera Rûsya û Ukrayna de peyivîne.

Kremlînê eşkere kir, Putin û Abas derbarê girjiya li Kenarê Rojava û rojhilata Qudsê jî axivîne û ser çareseriyên ji bo kêşeyên Rojhilata Navîn danûstandin kirine.