Putin, di seredana xwe ya Rojhilata Navîn de ji Îmaratan dest pêkir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin tevî şerê bi Ûkraynayê re dewam dike, seredana welatên Rojhilata Navîn dike. Li gor ragihandina Kremlînê; serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji bo seredanekî fermî gihaye Îmaratan û bi emirê Îmaratan Muhammed bin Zayid en-Nehyan re civiyaye. Kremlînê weha got:
“Di hevdîtinên bi emirê Îmaratan Muhammed bin Zayid en-Nehyan re, wê li ser pêşdebirina têkiliyên navbera her dû dewletan, rewşa Rojhilata Navîn û babetên guncaw yên dinyayê biaxifin.”
Piştî seredana Îmaratan wê Putin here Sa’ûdî Erebistanê û bi prens welîehd Muhammed bin Selman re hevdîtin bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin