Putîn: “Em amade ne di navbera Fîlîstîn û Îsraîlê de bibin navbeynkar”
PeyamaKurd- Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî têkiliyên xwe yên li Îsraîlê qedand, çû Beytullahîmê û li wê derê got ku ew amade ye di navbera Îsraîl û Fîlîstînê de bo çareseriya pirsgirêkan bibe navbeynkar.
Putîn dema derbasî aliyê Fîlîstîniyan bû, ji aliyê serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas de bi awayekî fermî hat pêşwazîkirin. Piştî merasima pêşwaziyê Putîn xwest ku pêwendiyên her dû dewletan daîmî be. Putin got ku ew di hinek mijaran de piştgiriya Fîlîstînê dikin û weha dewam got:
“Di xurtkirina hevkariyên aborî û mirovî de, di çareseriya pirsgirêkên navbera Îsraîl û Fîlîstînê de, em amade ne rolê bigrin ser milên xwe. Em endişe ya we ya pêvajoya bi Îsraîlê re fêmdikin. Em dikarin mijarên herêmê bi hevre bişêwirin.”
Serokê Fîlîstînê Mehmûd Abbas jî di hevdîtinê de weha got:
“Em ê bi Putîn re li ser pêşdeçûnên li herêmê, pêvajoya aştiyê ya navbera Fîlîstîn û Îsraîlê û hilbijartinên Fîlîstînê, peymana sedsale û seredanên her dû welatan bo hev biaxifin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin